Em bi dil û can rojbûna rewşenbîrêki kurd ya heja, welatparêz, nivîskar, endamê rêveberiya Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurda (FNDK), endamê redaksiyonê portala navneteweyî Riataza û kanala vîdyo Yekbûntv, wergervan û rojnamagerê naskirî birêz Hejarê Şamil Esgerov bi dil û can pîroz û bimbarek dikin, cenabê we re temenê dirêj, bextewarîyê û serkeftinên nû dixwezin. Em bawerin, ku hûn di pêşerojê de jî me bi lêkolîn û gotarên li ser dîrok û çanda gelê me ve bide şakirinê.

Kî ye birêz HEJARÊ ŞAMIL ESGEROV?

Hejarê Şamil di 16ê tîrmeha 1966an de li Kelbecerê (Azerbaycan) hatiye dinyayê. Kurê Mamosteyê mezin û hêja Şamilê Selîm Esgerov û Nazîle Manafova (Esgerova) ye. Bavê Hejarê Şamil – Şamilê Selîm şaîr, kurdzan, êtnograf, wergêr û “yekem şervanê kurdên Azerbaycanê” bû. Pirtûkên Hejarê Şamil bi tirkî, rûsî, azerî û kurdî hatine çapkirin.

Hejarê Şamil li bajarê Bakûyê fîlolojî xwendiye (1984-1990). Dû re xebatkarê weşanxaneyê “Yazıcı” (li Bakûyê, 1989-1991) bû. Nûçegihanê rojnameya parlamêntoyê Azerbaycanê Heyat (Bakû, 1991-1993) bû. Editorê beşa azerîkî, di rojnama Dengê Kurd de (Bakû, 1992-1994) kar kiriye, pişt re rojnemevanê kovara Kurdistan Raport Moskow, 1994-1997) û rojname Maxmûr Kurdistana Başûr, 2000) bûye. Di sala 2008an de peyamnêrê Ak News bûye. Cigirê rêdaktorê kovara Nûbar li Qazaxistanê, 2004-2010, rêdaktorê radyoyê Qirgizistanê beşê kurdî (Qirgizistan, 2005-2010) û rêdaktorê sereke yê weşanxaneya Zengezûr û edîtorê malpera Kurdistan-Post.eu ye. Endamê Komîteya Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd û damezrênerê Enstîtuya Kurdî li Rûsyayê e.

Neh pirtûkên wî hene, ew jî ev in:

1. Şerê eqilan (Başûrê Kurdistan, 2000, bi tirkî).
2. Di pêşiya de sê xal (Başûrê Kurdistan, 2001, bi tirkî).
3. Rêya ewlekariyê (Başûrê Kurdistan, 2000, bi hevbeşî hatiye nivisandin, bi tirkî).
4. Diaspora Kurda (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).
5. Gulnar û Ocalan (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).
6. Knyazê Îbrahim (Stembol, Pêrî, 2007, bi tirkî).
7. Jiyan di rêya welatparêziyê de (Qazaxistan, 2007, bi kurdî).
8. Diaspora Kurdên YKS (Qirgizistan, 2007, bi rûsî).
9. Tenê me (Qirgizistan, 2007, bi azerîkî).
Hêjarê Şamil, sê pirtûk wergerandiye:
1. Kurdên Azerbaycanê (Stembol, Pêrî, 2007, ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
2. Kurdistana Sor (ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
3. Şerefname, wek çavkaniya dîroka kurdan (ji azerî wergerandiye ser zimanê tirkî).
Hêjarê Şamil, romana Eliyê Evdilrehman a bi navê “Şer çyada” ku li Stembolê weşanxaneya Pêrî derketiye ji kîrîlî derbasî latînî kiriye. Nêzîkî 20 pirtûk berpirsyarî kirîye û weşandiye.
Hêjarê Şamil Endamê PENa Kurd e.

Vê demê li paytextê Rusyayê Moskvayê dijî.

Rojbûna We pîroz be, Hejarê Şamil Esgerov 👏🎉