Banga Ezîzê Zîyo Bedirxan bo xurtkirina hevgirtina
Ev cejina di ber dilê kurdan da ewaqs ezîz e, ku ji qalibê cejina biharê derketîye û bo kurdan bûye cejina azadîyê, serxwebûnê, hevgirtinê. Ango, cejina gelê meyî sereke.
Yek ji wan gelan jî, ku Newrozê bi çoş pîroz dike, gelê qazax û hemû gelên Qazaxistanê ne, ku me – kurdan li vî welatê dost û xêrxwaz di hêla pêşxistina çanda xwe da hemû mafên xwe sitendin û bi serfirazî pêş dixin.
Bo kurdên Qazaxistanê ev cejina pîroz me bi welatê me, bi xwezaya me, bi koka me va dide girêdan. Welatparêzîya me gihîştîye wê astê, ku em her karên xwe yên kurdperwerîyê bi welatê xwe, bi rêberên xwe va didine girêdan.
Em jî wek Komeleya me Kurdên Qazaxistanê Newrozê we hemîyan pîroz dikin. Hêvîya me ev e ku Newroz bibe roja azadî, wekhevî, biratî û dilxweşî.
Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê — «BERBANG» Ezîzê Zîyo Bedirxan
Оставайтесь на связи