Banga Profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan bo xurtkirina hevgirtina kurdan

Ev cejina gelên Îranî di ber dilê kurdan da ewaqs ezîz e, ku ji qalibê cejina biharê derketîye û bo kurdan bûye cejina azadîyê, serxwebûnê, hevgirtinê. Ango, cejina gelê meyî sereke. Di hêleke din va jî ev cejina biharê, vejînê û nûbûnê ewqas li gelên ne Îranî xweş hat, ku wan jî destpê kir ev cejin pîroz bikin.

Yek ji wan gelan jî, ku Newrozê bi çoş pîroz dike, gelê qazax û hemû gelên Qazaxistanê ne, ku me – kurdan li vî welatê dost û xêrxwaz di hêla pêşxistina çanda xwe da hemû mafên xwe sitendin û bi serfirazî pêş dixin.

Bo kurdên Qazaxistanê ev cejina pîroz me bi welatê me, bi xwezaya me, bi koka me va dide girêdan. Welatparêzîya me gihîştîye wê astê, ku em her karên xwe yên kurdperwerîyê bi welatê xwe, bi rêberên xwe va didine girêdan.

Tevbûna kurdên Qazaxistanê di nava karûbarê Revenda Kurdistanî da me diha nêzîkî hevdu dike. Ez wek yek ji endamên Komîtêya Karger ya wê rêxistina hevgirtina kurdên welêt û dervayî welêt, ezê hewil bidim dîsa rastî serokatîya Kurdistanê – Rêberê tevaya gelê Kurd Mesud Barzanî, Serokkomar Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrur Barzanî bêm bona germahîya diyaspora kurdan bi welêt ra xurttir bibe.

Di van rojên Newrozê da mizgîneyeke me bo gelê me heye. Em destbi weşana BERBANG-TVyê dikin. Em bawer in, ku weşana me wê di nava hemû kurdên cihanê da hevhezkirinê, hevgirtinê xurttir bike, ji ber ku emê hewil bidin bi karê xwe va xizmetî tevaya kurdên cihanê bikin, ango ewê bibe TV ya hemû kurdan.

Ji bo wê jî abone bin, piştgir bin, me bişopînin, weşana me ya xwe bihesibînin, ji ber ku ewê bibe çeka me ya çandî, edebî, civakî ya here xurt.

Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê — «BERBANG», doktor-profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan

Pîrozbahîya serokê BERBANGê bo NEWROZê