Di 23ê Cotmeha 2024an de li bajarê Astanayê bi boneya Cejna Komara Qazaxistanê çalakiyeke bi heybet hat lidarxistin. Merasimek hate lidarxistin û tê de endam û hemfikirên Meclîsa Gelên Qazaxistanê wê rojê bi xelatên taybet hatin xelatkirin, ku di bihêzkirina serweriya Komara Qazaxistanê, lihevhatina giştî û yekîtiya netewî de, pêşxistina diyaloga navçandî û welatparêziya Qazaxistanê da keda wan heye.
Bi taybetî, endamê rêvebirîya Assambleya Gelên Qazaxistanê, Serokê “Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê – “Barbang”ê, karsaz, karmendê civakê Ezîzê Zîyo Bedirxan bi ordena “EL BIRLIGI” — (Yekîtiya Welat) bi biryarnameya û ji destê Serokomariyê Komara Qazaxistanê Qassym-Jomart Tokayêv hat xelatkirin.
Ordena “El Birligi” – xelata dewletê ya Komara Qazaxistanê, di sala 2023 de hate damezrandin. Ew kes layîqî Xelata “El Birligi”ê dibin, ku ji bo xebateke berhemdar bi navê xurtkirina yekitiya neteweyî û dabînkirina hevgirtina civakî.
Kurdên Qazaxistanê bi dilgermî pîrozbahiyê li Ezîzê Zîyo Bedirxan dike ku bi ordena “El Birligi” hatiye xelatkirin û jê re saxlemî, bextewarî zêdetir di çalakiyên wî de ji bo pêşkeftin û bextewariya gel û welat dixwaze.
Bo vê xelata Komarê ya here bilind, jê ra serfirazîyê û serkeftinê dixwezin. Em hêvîdar in, ku em bi serokatîya Ezîzê Zîyo Bedirxan, bi awayekî serketî berdewam bikin.
Оставайтесь на связи