Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” girêdayî bûyerên van dawîyan ra, ku li gundê Qeşqebilaxê, navçeya Talasê, herêma Cembûlê qewimî, xemgînîya xwe dîyar dike û ji roja pêşin da heta îro bi serokatîya herêmê û komarê ra ketîye nava pêwendîyan û hewil didin tevayî wê pirsgirêkê bi awayekî aştîyane çareser bikin.

11ê tebaxê sala 2020î, nîvê şevê, siet dora 01:30 komeke ji kesên nedîyar bi erebeyên xwe ketine gundê kurdan û bêy tu sebebê destpê kirin tevlihevî saz kirin: dayîreya şêwra gund dane ber kevira, gundîyan ber xwe dane, lê hinek gundî jî revîne.

Bona vê bûyera diltezîn desthilata Cembûlê kete nava hereketê û di nava demeke kurt da rewş da aramkirinê. Polîs 14 kes binçav kir û destdirêjayên wan wek xweserîtî qîmet kir. Karmendên ewlehîyê bûyerên qewimî ronî dikin, gunehkaran û helandçîyan tesbît dikin. Wisa xuya dibe, ku teşkîldarên vê bûyerê hebûne. Karê karmendên ewlekarîyê ew e, ku pêşî li şerletanîyên ha bigirin. Lazim e welatparêzîya rasteqîn propaganda bikin, bona her kes dilovan û berbihêr be, bi qencî berê xwe bide her hemwelatîyekî, bêy ku bide ber çavan kê ji kîjan miletî ye.

Em, hilbet, bi serokatîya navçeyê û herêmê ra di nava pêwendîyên herdemî da ne, her tiştî dikin bona pêşî li bêqanûnîyê bigirin û nehêlin ku ew careke din serî hilde û dubare be. Serokê herêma Cembûlê birêz Bêrdîbêk Saparbayev bi xwe rastî gundîyan hat û destnîşan kir, ku gundîyên Qeşqebilaxê herdem jî bi xebathizîyê, dilovanîyê û qedirgirtina mezinan va berbiçav ketine. Di van salên dawî da li Qeşqebilaxê tu gunehkarîyek nebûye, qedirê mezinan herdem bilind hatîye girtin.

Niha bi saya hereketê Asambleya Gelên Qazaxistanê û serokatîya herêmê rewş li navçeyê aram e, tu kes emelên dervayî qanûnê nake û tu sebeb tune ku gundî ber xwe kevin an bitirsin, desthilat soz dide ku li vir wê herdem aramî hebe.

Em bangî hemû organ û serwêrtîyên têkildar dikin, ku xebata xwe di nava gencên Qazaxistanê da bidine xurtkirinê, ji ber ku gelek caran şikyat hene, ku ew zordestîyan dikin û bi çavekî xêrnexwezîyê li kurdan dinêrin. Gelek binecî tirs di dilê wan da dibêjin, ku pir caran zor li wan dikin, ew nuxsan dikin û ev yek di civaka demokratîyê da nayê qebûlkirinê.

Ew di dewleteke qanûnî da dijîn, û ew kesên ku qanûnan biteribînin, gerekê ber zagonê bersîvê bidin, bêne şermezarkirinê, ya sereke ew e, ku di civaka Qazaxistanê da gerekê aramî û dilrehetî hebe.

Mixabin, di encama bûyerên van axirîyan da derdikeve holê, ku gelek welatparêzên sexte û kesên wisa hene, ku wek dibêjin, dixwezin di ava şêlû da masîyan bigirin, lê a rast ew e, ku ne mal hatine şewitandin, ne malên gundîyan hatine talankirin, ne jî xesareta mezin gîhandine gundîyan, lema jî em hîvî ji hemwelatîyên Qazaxistanê dikin, ku nekevine bin hukumê merivên bê agah û di nava gotinên xwe, emelên xwe û kirinên xwe da maqûl û dilovan bin.

Me herwiha name ji Serokkomarê Qazaxistanê ra nivîsîye bona vî karî hilde bin kontrolê xwe.

Bi qedirgirtin,

Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev