Şêrê şêra tu serkêşê meyî-
Tu Nemir Mustafa Barzanî.
Tu neçûyî,tu hê jî nav meyî,
Tu me pey şopên xwe dibî.
Tu şoreşgerê meyî mezinî
Û ji wê dunê jî me dişopînî,
Heta armancên xwe bivînî-
Dayîkên me şînê de nevînî.
Kurdistana serbixwe bivînî.
Ew navê xwe pey xwe hîştî
Wek tirêjên ro ser me heyî.
Dibêjin tu çûyî? Na tu heyî
Bo Kurdistana azad bivînî,
Hew tu milet nav bindestî-
Bê maf, tim stuxwer, birçï,
Wek nêçîra neyaran bivînî.
Serkêşê me mezin Barzanî
Tê heta- hetayî nav me bîjî.
Tu namirî, tu namirî, namirî.
Gohar Mamo
Оставайтесь на связи