EREBÊ ŞEMO

Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov (z. 23 çiriya pêşîn a 1897 li Qersê − m. 21 gulana 1978 li Êrîvanê) nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca (1930) nivîsiye.

Erebê Şemo di 23ê çiriya pêşîn a 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.

Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkiya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû.

Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kir û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anî. Wan di sala 1929’a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ («Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî») çap kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû.

Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike.

Ereb Şamilov, di navbera salen 1937 — 1954an de tam 17 salan li Sibirya’yê girtî jiyaye. Li vir bi jina xwe ya duyemin Mariya Vasîlevna ve dıbe nas ya ku di van biraninan de navê we derbas dıbe, ew bi xwe Ûris bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye.

Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.

Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”

DIMDIM

Dor hate lawê bêravî,
Tu xweyê rimê ziravî,
Hemû şera tu li navî,
Kes nabêje tu xiravî.

Dor hate mendesorî,
Şera da tu gele zorî,
Tu xweyê qedrekî jorî,
Her alîva tu pisporî.

Dor hate lawê pîrê,
Lê dixe bi gurz,zincîrê
Sêsid ecem kuşt bi tire,
Dusid jî avîte bîrê,

Dor hate law xîreta,
Ew rûnanî qe tu erda,
Bi şûrê hêşîn hevra lêda,
Ji sed merî dudu berda.

                   Erebê Şemo

(Çend mal destana kelha Dimdim)