Bira warê te yê dawîn aramîya herdemî be, zaneyê ber dilê me hemûyan ezîz!
Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) bi dilekî kovan behsa derheqa mirina zaneyekî gelê me, profêsor Kadrî Yildirim bihîst.
Mixabin, stêrkeke din jî ji esmanê Kurdistanê hate xwarê, zanayê çand û zimanê Kurdî Prof. Dr. Kadrî Yildirim serê xwe danî ax û berên sar.
Vîdêobloga me ya weşanên zindî YEKBÛN van dawîyan hevpeyvîneke berfireh bi birêz Kadrî Yildirim ra kiribû û tevaya temaşevanên kurdên Sovyeta berê vî zaneyê xwe û karê wî nas kirin û pê serbilind bûn.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim kî bû?
– Di 5ê Sibata 1959an de li Diyarbekirê jidayîk bûye.
– Li Zanîngeha Heranê ya li Rihayê, Fakulteya Îlahiyatnasiyê xwendiye.
– Li Zanîngeha Dîcleyê ya li Diyarbekirê li Fakulteya Îlahiyatnasiyê mamostetî kiriye.
– Li Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê, wek Cîgirê Rektor xebitî. Di heman zanîngehê de Koordînatoriya Enstîtuya Ziman û Çanda Kurdî kir.
– Li Zanîngeha Dîcleyê di sala 2010an de, bû profesor.
– Prof. Dr. Kadrî Yildirim zimanên Kurdî, Erebî û Farisî dizanî û 14 pirtûkên wî û gelek gotarên wî yên akademîk hene.
– Di sala 2015an de jî, bûbû Parlamenterê Sêrtê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
Îro Kurdên Sovyeta berê jî bo te di nava şîneke giran da ne.
Profêsor/akademîsyan Kinyazê Îbrahîm,
Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbang»
Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan
Оставайтесь на связи