Dengê ku dikete her maleke kurdan wê di guhê me da herdem bike zingîn

Her kes navê ber dilê gelek kurdan ezîz Keremê Seyad bihîstîye. Piranî jî ji radyoya kurdî ya Rewanê, dema bi van gotinan ”Yêrêvan xeber dide! Guhdarêd ezîz, em dest bi xeberdana bi zimanê kurdî dikin” dikete her malekê, di dilê her kurdekî li her çar perçên Kurdistanê. Ji îro şûnda hûn ê ew deng bi zindî nebihîsin, lê dengê wî wek bêjer wê herdem di guhê me da bike zingîn.

Keremê Seyad zêdeyî 50 salan li radyoya kurdî bi helalî, bi welatparêzî, van salên dawî, piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyet, dema fînansekirin qut bû û gelek karmend dest ji karê radyoyê kişandin, Keremê Seyad hema bêje bê maeş kar kir û rojekê jî ne got karê min giran e, rojekê jî gazinê xwe ber tu kesî ne kir, ku tevaya barê radyoyê ketibû situyê wî. Bo barê xwe hinek sivik bike, tenê alîkarî ji neferên mala xwe xwest û kurê xwe birêz Tîtal, qîz û bûka xwe kire nava karê geşkirina xebata radyoyê û wana ew kar gelek salan bi serfinyazî berdewam kirin û wê piştî bavê xwe jî berdewam bikin.

Û ev karê pîroz ji alîyê tevaya gelê me da hat qîmetkirinê, herwiha bi medalyaya taybet ya serokatîya Kurdistana Başûr va jî,

Em îro wek her kurdekî dilsoz û evîndarê çanda xwe bi wefata Keremê Seyad xemgîn in û em zaravê gelê wî dibêjin: -Bira mikanê te di nava gul û nûra buhuşta rengîn da be! Rehme li te be, wek dibêjin, li vê dinê bûye, bira li wê dinê nebe.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA