Selahedînê Eyûbî, xîfaleta Fatimî hilweşand û dawî li perçebûna îdeolojîk a li herêmê anî. Dîroknas û nivîskarên rojhilatî û rojavayî di berhemên xwe da bi pesn behsa wî kirin. Ji bo Xaçparêzan ew qehremanekî Îslamê yê rastîn bû

Selahedîn Eyûbiyê ku Qudsa ji bo sê dînên semawî pîroz e ji dagirkeriya 88 salî ya Xaçparêzan xilas kir û bû yek ji qehremanên herî girîng ên alema Îslamê 830 sal berê wekî îro li Şamê wefat kir.

Selahedîn Eyûbî him fermandariya artêşê, birêvebiriya dewletê û edaleta xwe va hem di berhemên dîroknasên rojhilatî hem jî yên rojavayî da tê metihkirin. Eyûbî ji ber girîngiya ku da herêma Hîcazê bû hikûmdarê ewil ku nasnavê «Xadimu’l-Heremeyn» (Xizmetkarê Meke û Medîneyê) emiland.

Quds piştî ku di sala 638an da di heyama xîlafeta Hezretî Omer da hat fetihkirin demeke dirêj din bin hakimiyeta misilmanan da û di encama Sefera Xaçparêzan a Yekemîn a 1099an da ji nû va ji hêla xiristiyanan va hat dagirkirin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên cuda berhev kir fermandarê Kurd yê ku bajarê di bin dagirkeriya Xaçparêzan da rizgar kiriye di sala 1138an da li Tikrîta bajarê Iraqê hat dinê. Bavê Selahedîn Eyûbî Necmedîn Eyûb e ku di xanedaniya Zengî da li Tikrît, Ba’lebek û Şamê walîtî kiriye.

Selahedînê ku wekî mîrzayekî mezin bû û perwerdeyeke baş sitand di ciwaniya xwe da beşdarî seferên dijî Xaçparêzan hatin kirin bû û heta şahnişîniyê bilind bû.

  • Dawî li xîlafeta Fatimiyan anî

Esedudîn Şêrkoyê apê wî fermandarê artêşa Nûredîn Zengî bû. Wexta ku artêşê bi fermandeya Şêrko di salên 1164 û 1169an da sefer birin ser Misrê, Selahedîn jî tevî seferê bû û wê demê weke eskerî serkeftî û rêvebir derket pêş. Misir wê demê di destê Fatimiyan da bû.

Selahedîn weke cîgirê Nûredîn Mehmûd Zengî mîna fermandarekî serbixwe dest bi rêvebirina Misir û cihên ser Misrê kir û bi Fatimî û Xaçparêz û Bîzansiyên ku piştgirî didan Fatimiyan ra têkoşîn kir.

Selahedîn bi temamî bû desthilatdarê Misrê û artêş ji nû va ava kir. Medreseyên sunnî û saziyên nû vekirin. Burokrasiya Fatimiyan gav bi gav tesfiye kir û di 1171ê da dawî ki xîlafeta Fatimiyan anî.

Selahedîn Eyûbî di salên 1170 û 1173yan da li dijî Qraltiya Xaçparêz a Qudsê dest bi seferan kir. Her wiha di 1173yan da bi fermandeya Tûran Şahê kekê xwe sefer birin ser Yêmen û Hîcazê û ev bajar kirin weke eyaletên dewletê.

Wexta ku Nûredîn Mehmûd Zengî di 1174an da mir, El-Melîkus-Salih Îsmaîlê kurê wî yê 11 salî derbasî şûna wî bû. Selahedîn ji Salih ra sadiq ma û li ser navê wî xutbe da xwendin û pere da çapkirin.

Piştî ku Salih jî di xortaniya xwe da mir, Selahedîn di 1181ê da derbasî rojhilatê Feratê bû, li herêma El-Cezîreyê bajarên weke Diyarbekir, Urfa, Heran, Reqa, Xabur, Reseleyn, Dera, Nisêbîn bi dest xist û paşê Heleb hilda û rêya Qudsê vekir.

  • Fetihkirina Qudsê

Selahedîn ji aliyekî va hewl dida dewlet belav nebe û aliyê din va jî ji bo yekîtiya Îslamê ya Rojhilata Navîn pêk bê li hemberî Xaçparêzan têdikoşiya. Di vê heyamê da sefera wê ya ewil a li hemberî Xaçparêzan sefera Xeze-Esqelanê bû ku di navbera 14ê Mijdarê û 9ê Çileya Pêşîn a 1177an da pêk hat.

Selahedîn Eyûbî di vê seferê da dema dît ku hêza dijmin kêm e, ber bi Remleyê va çû. Lê rastî hêzên Qraltiya Qudsê ya bi serokatiya Qralê IVemîn Baudouîn û Renauld de Chatillon hat. Piştî vê hevhatinê di navbera wan da şer çêbû û ew paşva vekişiya.

Birînên vî şerî di nav du mehan da hatin pêçandin û ew ji Qahireyê ber bi Şamê va çû. Xaçparêzên Harim dorpêç kiribûn dema dîtin Selahedîn tê paşva vekişiyan.

Di 24ê Tebaxa 1179an da keleha li Beytulehzanê ya ku Xaçparêzan li ser rêya Şamê çêkirine bi dest xist. Li ser vê Xaçparêz mecbûr man ku aştiyê bixwazin.

Selahedîn di Tîrmeha 1187an da li Hittînê di şerê bi Xaçparêzan ra da ser ket û artêşa wan serobino kir, jê hinekan jî dîl girt. Di nav kesên dîl hatine girtin da Qral Guy de Lusîgnan û hakimê herêma Kerek-Şevbekê Renauld de Chatillon jî hebûn.

Piştî vê serkeftinê Selahedîn li Filistînê gelek keleh bi dest xistin. Di nav çend hefteyan da 52 bajarên mezin û piçûk fetih kir. Di 20ê Îlona 1178an da jî Qudis dorpêç kir. Di 2yê Cotmeha 1187an da di salewexta mucîzeya mîracê da roja înê Qudis hat fetihkirin.

  • Wî bi destê xwe Mescida Eqsayê ya Xaçparêzan zirar dabûyê paqij kir

Serfiraziya hat qezenckirin awayek maqûl hat pîrozkirin û Xaçparêz ji bajêr hatin derxistin. Lê Selahedîn Eyûbî tevlî Xiristiyanên din destûr da ku bila Cihû jî li bajêr bi cî bibin.»

Selahedîn Eyûbî bi destê xwe Mescida Eqsayê ya ku Xaçparêzan zirar dabûyê paqij kir, bi rûnê gulan da şûştin û nîşaneyên Xiristiyaniyê yên li Harema Şerîf paqij kir.

Xaça li ser Qubbetu’s Sehrayê anîn xwarê û piştî 88 salan dengê Banga Şerîf ber bi asîmanên Qudsê va bilind bû.

Di heman salê da Selahedîn Eyûbî bi ser Kontluka Trablusê û Mîrektiya Antakyayê ya Xaçparêzan damezrandibû da girt û çend kelheyên Trablusşamê û piraniya axa Mîrektiya Antakyayê hilda bin kontrola xwe.

Ji hêla din va hemû welatên Rojavayê Ewropayê ji ber ku Qudis û gelek kelhe ji dest wan çûn dest bi sefereke din kirin. Di sala 1189an da Xaçparêzan Aka dorpêç kir. Di nav artêşa Selahedîn Eyûbî û Xaçparêzan da li pêş Akayê bi qasî du salan şerên giran hat kirin.

Qralê Fransayê Philippe Auguste, Împaratorê Alman Barbarossa û Qralê Îngiltereyê Richard tevlî sîtol û artêşên xwe hatin û beşdarî şer bûn. Aka di 12ê Tîrmeha sala 1191ê da ket destê Xaçparêzan. Lê Selahedîn Eyûbî mirazê Xaçparêzên dixwestin Qudsê paşve hildin di çavê wan da hişt û paşê di 1ê Îlona 1192an da di navbera herdu aliyan da peymaneke ji bo 3 sal û 8 meh dewam bike hat mohrkirin.

Selahedîn Eyûbî piştî ku bi Xaçparêzan ra peyman mohr kir di 4ê Adara 1193an da li Şamê wefat kir û gora wî li hewşa Mizgefta Emewî ye.

  • Dawî li perçebûna îdeolojîk anî

Heta wefat kir jî li Misir, Lîbya, Yêmen, Filistîn, Sûriyeyê, li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê heta Meletî û Xelatê, li Bakurê Iraqê jî heta Hemedanê li ser navê wî xutbe dihat xwendin.

Selahedînê Eyûbî wekî şexsekî mezin ket nav rûpelên dîrokê ku li erdnîgariyeke mezin yekîtiya siyasî ava kir. Selahedîn artêşeke bihêz, teşkîlateke qewîn damezirand, xîfaleta Fatimî hilweşand û dawî li perçebûna îdeolojîk a li herêmê anî.

Serkeftineke din a mezin a Selahedîn Eyûbî jî ew bû ku Quds û her wiha gelek ciyên din ên di destê Xaçparêzan da rizgar kirin. Vegirtina Qudsê kir ku di nava qehremanên mezin ên Îslamê da cih bigire.

Di dewra Selahedînê ku bi fealiyetên îmarê ra jî têkildar bû da li Filistîn, Misir, Hicaz û Yêmenê gelek medrese, zawiye, mizgeft, pir, keleh û hemam hatin înşakirin.

Selahedînê Eyûbî ku girîngiyeke mezin da Meke û Medîneyê, di heman demê da ew hikûmdar bû ku nasnavê «Xadîmul-Heremeyn» ji bo cara ewil bi kar anî.

  • Dîroknasên rojhilatî û rojavayî bi pesn behsa wî kirin

Dîroknas û nivîskarên rojhilatî û rojavayî di berhemên xwe da bi pesn behsa wî kirin. Ji bo Xaçparêzan ew qehremanekî Îslamê yê rastîn bû.

Dîroknasê Fransî Albert Champdor ji ber merdî û edaleta wî ya li hemberî dijminên xwe jî, Selahedîn Eyûbî wekî «qehremanê herî pak ê Îslamê» tewsîf kir.

Selahedînê ku wekî Siltanekî comerd dihat zanîn, gava mir ji xezîneya wî ya taybet bi tenê dînarekî Misrê û 26 dirhemên Nasirî derketin.

Ji ser wefata Selahedînê Eyûbiyê Fatihê Qudsê ra 830 sal derbas bû (1137 - 04.03.1193)