BEYTOCAN ango Beytullah Güneri (01.10.1955 — 12.09.2023) — muzîkjen û hunermendekî kurd.

Beytocan di sala 1955an de li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye dinê. Di 8 saliya xwe de tevî malbata xwe ji navçeya Farqînê koçî navenda Amedê dibe. Piştî Derbeya leşkerî ya 12e îlonê hatiye girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Bi vî girtinê şeş sal û nîv di girtîgehê dimîne. Piştî ku di sala 1987an de ji girtîgehê dertê li Stenbolê bi cih dibe.

Piştî ku hunermend Selamî Şahin ku nasnavê wî yê hunerî wekî «Beytocan» diyar dike, jê re dibêje «Tu çima sitranan dinivîsî, bi xwe nabêjî?», li ser vê pêşniyarê Beytocan dest bi gotina sitranan dike. Di sala 1990an de yekem albûma xwe derdixe. Ji ber ku di wî demê li Tirkiyeyê albûm û hunera kurdî qedexe bû û albûmên Beytocan jî qedexe bûn. Sitrana wî ya di albûma wî yê bi navê 21ê Adarê de Yan Mirin, Yan Diyarbekir li Tirkiyê hate qedexekirin, albuma wî bi dizî dihat firotin û sitranên ji aliyê Kurdan ve bi dizî dihat guhdar kirin.

Beytocan, hevpeyvînek de aniye ziman ku ew ji bo pereyan hunerê nake û aniye ziman tenê ew hewl dide ku êş û janên gelê kurd bine ziman.

Di salên 1990î de ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyê derket û koçî Stockholma paytexta Swêdê dibe. Piştî 23 salan herî dawî di sala 2014an de vegeriyaye Amedê lê piştî demek kurt dîsa carek din terka Amedê dike vedigere bajarê Stokholmê.

Beriya sê salan di binê diranê Beytocan de tumorek hate dîtin. Di muayeneyan de hat dîtin ku penceşêr bi Beytocan re heye, ji wê demê heta niha gelek niştergerî li çeneyê wî hate kirin.

Beytocan di 12ê îlona 2023yan de di 68 saliya temenê xwe de li Swêdê koça dawî kir.

Albûmên wî:
— Te nadin min (2001)
— Bîst û yekê adarê (2001)
— Etuna dilê min (2011)

(Wikipedia)

Me bi dilekî xemgîn koça dawî ya hunermenda navdar Beytocan bihîst. Em bi navê «Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — BERBANG» sersaxîyê xwê didin. Bila rehmeta Xwedê li Kekê Beyto be, cihê wî bihuşta baqî be, serê hemû neferên malbatê sax be 🙏🙏