Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm

Ev 83 salin ku kurd li Asya Navîn, nexasim li ser xaka Qazaxistanê dijîn. Yekitiya Sovyeta Sosyalîst 7ê Tîrmeha 1937ê biryarek derdixe ku ev biryar dibe sedema koçberiya kurdan! Di dawiya payîza 1937ê de kurdên Ermenistan û Azerbaycanê ber bi Qazaxistanê ve têne sirgunkirin. Sedema sirgunkirina kurdan ev e: ”Kesên wiha ne ku mirov baweriya xwe bi wan nayine û bi wan ewle nabe.”

Îro li Asya Navîn, li welatên Qazaxistan, Qirgizistan û Ûzbekistanê li gorî reqem û îstatîstîkên ne fermî bi qasî 200 hezar kurd dijîn. Piraniya kurdên Asya Navîn li Qazaxistanê bi cih û war bûne ku beşeke ji wan nêzîkî sînorên Çîn û Qazaxistanê ne.

Sala 1937ê di nava şevekê de kurd li trênên bar û heywanan siwar dikin, di bin kontrola leşkeran de nefî dikin. Kes nizane bi ku ve jî dibin. Du mehên dirêj di riyan de dimînin. Paşê dibînin ku li Qazaxistan û Qirgizistanê ne. Sar, seqem, çol, best. Ne kesên wan deran bi zimanên wan dizanin, ne jî ew bi zimanên wan kesên wê derê!

Malbata me jî di nav wan de bû û wan Qirgizistanê wîlayeta Qizilqeyayê peya dikin. Ew der nêzîkî Oşê ye. Oş li ser sînorê Ûzbêkistanê ye. Kurdên Ermenistanê tînin Qirgizistanê. Kurdên Azerbaycan û Nexçîvanê tînin Qazaxistanê. Malbata me sê salan li Qizilqeyayê dimîne. Heta sala 1940”î. Sê sal paşê destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem e. Camêrek heye, ji wan re dibe dergeh û star! Ew jî Wezîrê Cebarê Nadirî ye. Di nav nefîkiriyan de malbata Wezîrê Nadirî jî hebûye. Ew jî hatine sirgunkirin. Lê Wezîrê Nadirî ketibû ser karê dewletê. Di îstîxbarata dewletê de nav û dengê wî hebû. Hat û malbata xwe bir. Mala me jî tevî mala wan, 1940î zivirî Erîvanê. 1941ê mala me derbasî Zengîbasarê dibe, li gundê Rûhanliyê cîwar dibe. Xwişk û birayekî min jî li Qirgizistanê dimirin: Yaqûb û Gulnaz. Dê-bavê min bi du zarokan ve tên Qirgizistanê, destevala dizivirin Ermenistanê! Her du jî 2-3 salî bûne. Di wan zilm û çetinahiyan de dimirin. Lewma jî dê û bavê min her dem digotin; “Me du zarok bi xwe re anîn vir, lê em destevala zivirîn.” Em destpêka 1990î ji Erîvana Ermenistanê hatin Alma Ataya Qazaxistanê. Birayê min Yaqûb 4-5 mehan li Alma Atayê ma û li vir rehma Xwedê kir.”

Beriya pêşniyar kir, Stalîn fermana sirgunê da!

Sirguna duyem zivistana 1944ê pêk hat. Fermana sirgunê ji hêla Sekreterê Giştî Yê Komîteya Navendî Ya Partiya Komûnîst a Sovyeta Sosyalîst Stalîn ve tê dayîn. Stalîn her wiha Serokê Komîteya Parastina Dewletê bixwe ye jî.

Belgeyeke wiha li ber destê me heye ku ev belge nîşaneya ferman û sirguna kurdan e. Belge ji hêla Komîserê Gel ê Navxweyî Yê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst Lavrentî Beria ve hatiye nivîsandin. Belgeya ku ji Stalîn re hatiye şandin û tê de sirgunkirina kurdan û çend neteweyên din hatiye xwestin bi vî awayî ye:

“24 Tîrmeh 1944

Bi tevahî veşarî!

Komîteya Parastina Dewletê,

Ji bo Hevrê Stalîn;

Beşeke mezin ji kesên li herêmên Komarên Sovyeta Sosyalîst, ji ber ku li deverên sînorê Tirkiyê dijîn, bi xizmên xwe yên li Tirkiyê ne têkilî datînin; hem qaçaxçîtiyê dikin, hem jî ji bo îstîxbarata Tirk kar dikin.

Ji bo parastina sînorê Yekitiya Sovyeta Sosyalîst, Komîseriya Gel a Navxweyî baş dibîne ku 86 hezar kurd, tirk û hemşîniyên ji 16.700 malbatan pêk tên û li gundên navçeyên Axiska, Adigin, Axilkelek, Aspînza û Bagdanovkaya Gurcistanê û Komara Acarîya Otonom dimînin, ber bi Qazaxistan, Ûzbekistan û Qirgizistana Komarên Sovyeta Sosyalîst ve bêne tehliyekirin.

Li derdora sînorên navborî, wê ji hêla Komîseriya Gel a Navxweyî ve ewlekariyên taybet bêne wergirtin. Lewre jî ji bo ku reşnûsek bo Komîteya Parastina Dewletê bê şandin, hêviya we ji we ew e ku hûn biryarekê bidin.”

Komîteya Parastina Dewletê di nava hefteyekê bersiva Beria da. Di bin vê bersiva ku karesata kurdan destnîşan dikir de navê Stalîn hebû.

Rojnameyên ku bi zimanê Rûsî li Rûsyayê derdiketin, di Hezîrana 1991-ê de, bi sernavê ”Dosyayên Taybet ên Stalîn” behsa kitekitên vê biryarê kirin. Li gorî van belgeyan, Stalîn di nameya xwe ya ”veşarî” ya ku 31ê Tirmeha 1944-ê nivîsiye de, ferman daye ku ji 86 hezar kurd, tirk û hemşîniyên ji 16.700 malbatan pêk tên û li gundên Axiska, Adigin, Axilkelek, Aspînza û Bagdanovkaya Gurcistanê û li Komara Acarîstana Otonom dimînin, 40 hezarê wan ber bi Qazaxistanê, 30 hezarê wan ber bi Ûzbêkistanê, 16 hezarê wan jî ber bi Qirgizistanê be bêne sirgunkirin.

1937-1956 salên dijwar

Kurd ji sala 1937ê heta sala 1956ê, nêzî 20 salan di nav şert û mercên gelek dijwar de jiyana xwe berdewam kirin. Heta wê salê derketina wan a ji gundan qedexe bûye. ji bo çûna gundê cînar jî, hewcedariya wan bi ”destûra dewletê” hebûye. Di bin çavdêriya leşkeran de jiyane. Statuya kurdan di wan 20 salan de wiha bûye: “Penaberên taybet.”

Sala 1944ê kurd pêrgî karesat û malkambaxiyeke mezin tên. Şerê Cîhanê Yê Duyemîn destpê kiriye. Dema leşkerên kurd ên ku ji bo Sovyetê çûne şer vedigerin welatên xwe, malbatên xwe nabînin û pê dihesin ku ocaxê wan kor bûye! Ji ber ku bi hezaran kes û karên leşkerên kurd ên di ”Artêşa Sor” de bûn, di vegerê de malbatên xwe nabînin. Paşê pê dihesin ku ber bi Asya Navîn ve hatine sirgunkirin.

Sirguna sêyem piştî Şerê Qerebaxê

Kurd piştî sirgunên 1937 û 1944ê, cara sêyem piştî şerê Azerbaycan û Ermenistanê, ji neçarî berê xwe didin Asya Navîn. Sala 1989-1990î, Şerê Qerebaxê derket. Azerî û Ermenî şerê hev kirin. Vî şerê hanê mala kurdan mîrat kir. Kurdên me rastî êşeke mezin hatin. Ji neçarî li seranserê Sovyetê belav bûn. Hinek ji wan çûn Sîbîrya û Yaqûtskê, beşek ji wan çûn Rûsya û derdora wê, qismek ji wan hatin Qazaxistan, Qirgizîstan û Ûzbêkistanê. Ev nefîkirin ne wekî nefîkirina 1937ê û 1944ê bû. Ermenî bi darê zorê digotin; ”ji nav me derkevin herin. Ermenîstan axa Ermeniyan e!” Di dema Sovyetê de ji bavê wan zêde bû wisa bigotana? Sovyet çavê wan derdixist! Piraniya kurdên ku piştî Şerê Qerebaxê ji Azerbaycan û Ermenistanê qesta ber û pismamê xwe kirin îro li Qazaxistanê bi cih û war bûne.

Kurd hîmeke bingehîn in li Qazaxistan û Qirgizistanê

Piştî hilweşîna Sovyeta Sosyalîst, kurdên Qazaxistanê di warê siyasî, rewşenbîrî û edebî de karên gelek hêja kirin û dikin. Îro bi navê Berbang xwediyê dezgehekê ne ku ev dezgeh bûye deng û rengê wan. Gelê kurd di nava Asambleya Gelên Qazaxistanê de xwedî roleke taybet e. Asamble ji 21 endaman pêk tê ku serokatiya wê Serokomarê Qazaxistanê Nûr Sultan Nazarbayev dike. Ez bixwe li ser navê kurdan şanaz im ku çendek berê, di nava vê Assambleayê de bûm cîgirê Nazarbayev.

Li hêla din kurdên Qazaxistanê heta niha bûne xwediyê bi dehan kitêb, kovar û rojnameyên kurdî. Li Alma Ataya Qazaxistanê zêdetirî 20 sal in ku kovar û rojnameyeke kurdewarî refikên kitêbxaneyên malan dixemilînin: Kovara Nûbarê û Rojnameya Jiyana Kurd. Kovar û rojname çandî, hunerî, civakî û siyasî ne. Nûbar û Jiyana Kurd bi zimanê Kurdî, Rûsî û Kazakî derdikevin. Di her du weşanan de jî alfabeyên latînî û kîrîlî têne bikaranîn. Tevahiya nivîsaran bi zaravayê kurmancî têne weşandin. Sedema vê yekê jî ew e ku tevahiya kurdên Asya Navîn ango kurdên li Qazaxistan, Ûzbêkistan, Qirgizîstan û Rûsyayê kurmancîaxêv in. Rojnameya Jiyana Kurd, di sala 1991ê de bi navê ”Kurdistan” dest bi weşanê kir û heta 2004ê bi heman navî weşana xwe berdewam kir. Ji sala 2004ê û vir ve navê rojnamê Jiyana Kurd e. Kovara Nûbarê jî heta 1992ê bi navê ”Kurd” derdikeve. Salek paşê redaksiyon li hev dicive û navê kovarê dike Nûbar.

Asya Navîn nexasim kurdên Qazaxistanê ji bilî kitêb, rojname û rojnameyan; xwediyê komên govendê ne û hunermendên wan ên dengxweş hene.

Li Qazaxistan û Qirgizistanê bi dehan navên girîng hene ku bi pênûs, fikir û ramanên xwe edebiyat, huner, zanyarî û rewşenbîriya kurdan geş dikin. Nadir Nadirov, Hejarê Şamil, Bariyê Bala, Hesenê Hacîsilêman, Ezîzê Ziyo Bedirxan, Mecîdê Silêman çend navên hêja ne ji wan navan.

Di warê aborî de jî her diçe rewşa kurdên me baştir dibe û îro gelek karsaz, endezyar û avahîsazên kurd hene ku kurd bi wan şanaz in. Ezîzê Ziyo Bedirxan, Şîrînê Elî, Mihemedê Mecîd, Refîq Yaqûb, Bariyê Mecîd ji wan navan çendek in ku îro bi sedan kurd li ber destê wan nan dixwin.

Kurd li Qazaxistanê jiyaneke azad berdewam dikin. Ew bi nasnameya xwe ya ”kurd” hene. Dewleta Qazaxistanê û gelê li Qazaxistanê dijîn qedir û qîmeteke pir mezin didin kurdan. Heman qedir û qîmet li Qirgizistanê jî ji kurdan re tê nîşandan. Lewre jî ez bi vê nivîsarê silav û hurmetên xwe û gelê kurd pêşkêşî rêveberên dewletê û gelên li Qazaxistanê dikim.

* Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm, rojhilatnas û akademîsyen. Serokê Kurdên Qazaxistanê û li Zanîngeha Abaya Alma Atayê Serokê Navenda Zimanên Dinyayê. Piştî Şerê Qerebaxê terka Ermenistanê dike û di destpêka sala 1990-î de li Alma Ataya Qazaxistanê bi cih dibe. Li Erîvanê, li Zanîngeha Xaçatûr Abovyan salên dirêj Serokatiya Beşê Ziman û Edebiyata Azeriyan kiriye. Vê gavê Endamê Yekîtiya Nivîskarên Qazaxistanê û Endamê Yekitiya Rojnamegerên Qazaxistanê ye. Li hêla din ew li Qazaxistan û Asya Navîn Nûnerê Navenda PEN”a Kurd e û Berpirsê Giştî yê kovara edebî Nûbarê ye ku li Alma Atayê bi zimanê Kurdî û rûsî derdikeve. Kinyazê Îbrahîm xwediyê gelek xelatên neteweyî ye. Bi 6 zimanan dizane. Nêzîkî 20 kitêb li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye.

Riataza