Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan û Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” serxweşîyê didine malbeta Hecî Şêx Mihemed û tevaya olka kurdan ya Qazaxistanê bona wefatbûna nûerekî ruhanî yê eyan Hecî Şêx Mihemed, ku di 89 salîya jîyana xwe da xatirê xwe ji miletê xwe, ji mirîdên xwe xwest û serê xwe danî ax û berên sar.

Hecî Şêx Mihemed 10ê gulanê sala 1932an ji diya xwe bûbû. Dema ew 6 salî bû, wî bi malbeta wî ra tevayî ji Naxçiwana Azirbêcanê sirgûnî Qazaxistanê dikin. Wî di xortanîya xwe da biryar kir tevaya jîyana xwe di hêla ruhanî da pêşkêşî qulixkirina gelê xwe bike.

Qedir û hurmeta wî wek nûnerekî bawermendîya me ne tenê li Qazaxistanê pir bû, lê herwiha li hemû cî û warên Sovyeta berê, ku kurd lê diman. Ew wek alimekî ruhanî hertim jî welatparêzekî gelê xwe û welatê xwe bû, piranîya wextê xwe dida perwerdekirina nifşên nû di hêla pirsên bawermendîyê û ruhanî da.

Hecî Şêx Mihemed ji xortanîyê destpêkirî bi awayekî aktîv tevî ne tenê jîyana ruhanî ya olka kurdên herêma xwe bûye, lê herwiha emekekî mezin kirîye nava xweşkirina pêwendîyên di navbra miletan, parastina aşîtîyê û hevdufemkirinê di navbera kesên ji dînên cuda û ji miletên cuda da, bi aktîvî tevî xebata Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” li herêma Cembûlê dibû. Jîyana wî bo xizmetkirin û alîkarîkirina merivan da bûbû nimûneya çavdayînê.

Bavê mala giran, xwedîyê 6 kur û 3 qîzan, 28 nevîyan û 20 nevîçirkan, rîsipîyê êla xwe Hecî Şêx Mihemed wê di dilê me da bimîne wek merivekî dilovan û bi sidqê qenc, zaneyê olî, welatparêzekî mezin.

Bira rehma Xwedê lê be, cîyê wî buhuşt be, ruhê wî şad be.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên kurdan

Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”