Ev 3-4 salên dawî ne ku çendîn car derfet û mecalê dibînim ku serdana kurdên me yên Sovyeta berê, nexasim serdana kurdên me yên Asîa Navîn bikim. Bi rastî jî cihê şanazî û serbilindiyê ye ku kurdên me yên Qazaxistan û Qirgizîstanê, tevî ku 80 sal in ji Serhed û Kafkasyayê dûr in; dîsa jî çand, ziman, hûner û edebiyata me parastine, geş kirine û gihandine nifşên me yên îro.

Di van serdanên xwe de gelek caran kitêb û berhemên kurdî ku li Alma Ataya Qazaxistanê û Bîşkêka Qirgizîstanê ronahî dîtine û dibînin ligel xwe tînim û bi dilxweşiyeke mezin li kitêbxaneya xwe zêde dikim. Şayanê gotinê ye ku îro li her du welatan, piştî hilweşîna Sovyetistanê bi dehan kitêbên kurdî hatine nivîsandin û weşandin.

Di vî warî de divê mirov keda kesên wekî Kinyazê Îbrahîm, Nadirê Kerem Nadirov, Hejarê Şamil, Hesenê Hecîsilêman û Ezîzê Ziyo Bedirxan ji bîr neke. Di van karên wêjeyî-lêkolînî û edebî de cihê Weşanxaneya Zengezûrê hêjayî pesindan û serbilindiyê ye. Rojnameger û nivîskarê kurd Hejarê Şamil – kurê Şamilê Selîm Askerov – kar û barên giran ên vê weşanxaneya kurdewar hildane ser milên xwe. Zengezûrê heta niha mohra xwe li piraniya berhemên vê herêmê daye û hê jî hewla gotina kurdî/kurmancî; carcaran jî bi zimanê rûsî û azerîkî dide.

”Berevok”a Wezîrê Nadirî yek ji wan berheman e ku sala 2009ê li Alma Atayê hatiye weşandin û belavkirin. Di kitêba navborî de sê berhemên kesayetiyê ”pirhêl” Wezîrê Nadirî cih digirin. Dibêjim ”pirhêl”, ji ber ku Wezîrê Nadirî hem helbestvan e, hem nivîskar e, hem dîrokzan e, hem zimanzan e, hem jî rewşenbîr, kedkar û xebatkarekî civaka kurdên me yên Kafkasyayê ye. Heke em navê her sê berhemên wî yên di kitêba bi navê ”Berevok”ê de bidin, ew jî ev in: ”Nûbar”, ”Reva jinê” û ”Welat û hizkirin” e.

Her sê berhem jî di salên cuda cuda de hatine weşandin. Her wiha em ji kitêbê hîn dibin ku kitêbeke din a Wezîrê Nadirî heye, lê di Berevokê de cih negirtiye. Ew kitêba giranbûha jî ”Zimannama kurmancî” ye ku sala 1947ê li Yerevanê bi kurmanciya kîrîlî hatiye çapkirin. Tîpguhêziya vê berhemê ji hêla serokê kurdên Qazaxistanê û perwerdekarê Zanîngeha Abaya Alma Atayê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm ve hatiye kirin û li gorî agahdariya wî, ewê di demeke nêz de bê çapkirin.

Wezîrê Nadirî dema li Yerevanê dixwîne, teza xwe li ser Mele Ehmedê Cizîrî dike. Tevî wê teze, çend helbestên neçapbûyî yên Nadirî jî hene ku ewê jî di demeke nêz de çap bibin û bikevin deste edebiyathezên kurdî.

Di ”Berevok”a Wezîrê Nadirî de, ji bilî her sê berhemên wî; derbarê jiyan, kar û xebatên wî yên edebî û welatperweriyê agahdariyên berfireh hatine dayîn. Di destpêka kitêbê de du pêşek hene ku yek jê bi kurdî ye, yek jê jî bi rûsî ye. Her du pêşek jî ji hêla Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm ve hatine nivîsandin.

Wezîrê Nadirî ango Wezîrê Cebarê Nadirî 10ê gulana 1911ê li gundê Boralana Serhedê ji dayîk dibe. Hê dema sê salî ye, bavê wî Cebar rehma Xwedê dike. Piştî mirina bav, rewşa malbetê giran û çetin dibe. Nûrê ya diya Wezîr berdestiya malên dewlemendan dike. Herdu birayên wî Salih û Ûsiv şivantiya gund dikin. Birayê wan ê biçûk jî Şero ye.

Wezîrê Nadirî di xwendina xwe de gelek şareza ye. Ji bo kurê wê bixwîne, çi ji dest dayîka Nûrê tê, dike. Ji destpêka xwendinê, heta dawiyê di nava şagirtan de xwendina xwe her bi dereceyên bilind temam dike. Di zarokatiya xwe de dest bi nivîsandina helbestan dike.

Malbeta Wezîrê Nadirî sala 1926an, tevî 1700 malên ji eşîrên Birûkî, Şewlikî û Beşkî ji ber zilma Roma Reş çemê Erez û sînor derbas dikin û derbasî nav axa Sovyetistanê dibin. Nadirî dersxaneya koma 10an li gundê Sêderekê temam dike. Ew gund li herêma Nexçiwanê ye. Pêşî dibe mamosteyê zimanê kurdî, paşê heta sala 1933ê dibe serwerê heman dibistanê.

Payîza heman salê li Yerevanê dibe mamosteyê zimanê kurdî. Sala 1935ê dikeve Enstîtuya Pedagojiya Ermenkî û Rûsî, 4 sal paşê xwendina xwe temam dike. Paşê li Zanîngeha Yerevanê dibe dersdarê zimanê farisî. Bi serkarî û alîkariya zimanzanê mezin ê ermenî Hraçya Açaryan xwendina bilind dibe serî.

Lê 26ê Sermaweza 1946an, di bûyereke dilêş de jiyana xwe ji dest dide. Bûyera mirina wî hê jî tarî ye. Hin kes dibêjin hatiye revandin û paşê hatiye kuştin. Gumanên li ser kuştina wî mijara nivîsareke din e. Gora wî li Yerevanê ye.

Wezîrê Nadirî bi tevahî 35 sal jiya, lê wî di nav van salên kurt de gelek xebatên hêja kirin. Her sê berhemên xwe yên di berevokê de – ku me navê wan di destpê de dane – bi kurdiya latînî nivîsandin û çap kirin. Ji ber ku wan salan kurdên Ermenistanê bi tîpên latînî dinivîsandin. Çend sal paşê derbasî alfabeya kîrîlî bûn.

Sala 1935ê berhema wî ya bi navê ”Nûbar” ji hêla Weşanxaneya Dewleta Ermenistanê ve bi tîpên latînî ya alfebaya kurdên Sovyet, ku Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov çê kiribûn, hate çapkirin. Paşê pîêsa wî ya bi navê ”Reva jinê” tê çapkirin.

Sala 1937an li Ermenistanê di nava şevekê de kurdan li trênên bar û heywanan siwar dikin, di bin kontrola leşkeran de nefî dikin. Kes nizane bi ku ve jî dibin. Du mehên dirêj di riyan de ”dê weledê xwe davêje!” Gava dibînin ku li Qazaxistan û li ser hidûdên Qirgizîstanê ne. Sar, seqem, çol, best. Ne ew der bi zimanên wan dizanin, ne ew bi zimanên wan deran! Kinyazê Îbrahîm di gotûbêjeke ku min 2 sal beriya niha pê re kiribû de, bi van gotinan behsa wê deme dikir.

“Malbeta me jî di nav wan de ne. Dê, bav, xwişk-bira, kal-pîr, qewim û pismam. Malbeta me li Qirgizîstanê, wîlayeta Qizilqeyayê peya dikin. Ew der nêzîkî Oşê ye. Oş li ser sînorê Ûzbekistanê ye! Kurdên Ermenistanê tînin Qirgizîstanê. Kurdên Azerbaycan û Nexçîvanê tînin Qazaxistanê. Malbata me sê salan li Qizilqeyayê dimîne. Heta sala 1940î.”

Sê sal paşê destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem e. Camêrek heye, ji wan re dibe dergeh û star! Stara vegera Erîvanê. Ew camêr rewşenbîr, şaîr û nivîskarê mezin Wezîrê Cebarê Nadirî ye. Kinyazê Îbrahîm di heman gotûbêjê gava behsa nefîkirinê dike gotinê tîne ser ”mêrxasekî civaka kurdan.” Ew kes Wezîrê Nadirî ye:

“Di nav nefîkiriyan de malbata Wezîrê Nadirî jî hebûye. Ew jî hatine sirgunkirin. Wezîrê Nadirî tê malbata xwe dibe. Dewletê ji bo malbeta me digot; ”Ev kesên biguman in. Dikarin ajantiyê bikin.” Lê Wezîrê Nadirî ketibû karê dewletê. Di îstîxbarata dewletê de nav û dengê wî hebû. Rê jê re vekirî bû. Digot; ”Ez kefîlê vê malbetê me.” Hat û malbeta xwe bir. Mala me jî tevî mala wan, 1940î zivirî Yerevanê.

Şayanê gotinê ye ku ”Berevok”a Wezîrê Nadirî ji 272 rûpelan pêk tê û bi kurdî ye. Di amadekariya kitêbê de ked û emega Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm gelek zêde ye. Ji ber ku ji bilî nivîsandina her du pêşekên kurdî û rûsî; amadekarî û redaktoriya kitêbê jî ji hêla wî ve hatiye kirin.

Çar kesên din hene ku li ser heman kitêbê kar kirine: Bariyê Mecîd (redaktorê teknîkê), Hesenê Hecîsilêman (redaktorê bedewetiyê), Hesenê Evdoyê Elî (korrektor) û Medîna Êlî (nivîsar û rêzkirin).

Nivîskar: Salih Kevirbirî || Malpera RiaTaza (2015)