Oljas Suleymanov 18ê gulanê sala 1936an li bajarê Alma-Atê ji diya xwe bûye. Ew ji binemaleke nifşa pêşin a leşkerên miletîyê ye. Bavê wî zabitê Alaya siyarîyên pêşin yên Qazaxistanê bûye.

Zulma zordestîyên Stalînîyê hate serê malbeta Suleymanovan jî. Dema saleke Oljas temam bû, bavê wî wek gelek nûnerên ji serleşkerîya Artêşa Sor gulle kirin.

Pêşîyên O. Suleymanov ji rikneta bavê helbestvan, sazbend û şervan bûn, lê pêşîyên wî yên ji rikneta dê avahîyên xas lê dikirin. Navê pêşîyê xwe yê ji nifşa heftan Mêrxas Oljabay li Oljas kirine, yê ku qumandarê leşkerên siyarî yên Abîlay xan bû.

Sala 1954an piştî temamkirina dibistana navîn ya hejmara 28an ya ser navê Manşûk Mametov, Oljas Suleymanov li fakulteya lêgerînên gêologî ya Zanîngeha Qazaxistanê ya ser navê C. M. Kîrov hate qebûlkirin. Lê zêne wî a şayîrtîyê ew mecbûr kir riya jîyana xwe sererast bike: wî diploma xwe ya endezarîyê-vekolanê da alîkî. Sala 1958an kete kûrsa Wêjeya bilind ya li rex Înstîtûta Edebîyetê ya ser navê A. M. Gorkî li Moskvayê.

Ji bo 86-salîya Oljas Suleymanov

Pey kutakirina kûrsan ra xebitî wek serwêrê beşa helbestzanîyê ya kovara “Prostor” (“Bergehfire”), berpirsyarê sereke yê lijneya senaryo-redaksyonê ya stûdyoya fîlman ya “Qazaxfîlm”ê, sêkrêtarê pêşin yê Yekîtîya nivîskarên Qazaxistanê, sêkrêtarê pêşin yê Sînemaçêkirên Qazaxistanê, sêkrêtarê Yekîtîya nivîskarên Yekîtîya Sovyetê. Ji sala 1991ê heta sala 1994an O. Suleymanov li ser karê efrandarîyê ye.

Ew endamê Komîtêya Şêwra Tewrebilind ya Komara Qazaxistanê ye alîyê pirsên êkologîyê û bikaranîna xwezayê da, ji sala 1995an heta sala 2011 li ser karê dîplomatîyê ye wek Baylozê Komara Qazaxistanê li Îtalîyayê, paşê li Yûnanistanê, li Maltayê. Ji sala 2011an nûnerê herdemî yê Komraa Qazaxistanê ye ya li rex UNESCOyê.

O. Suleymanov wek karmendê sîyasî xwedî qedirekî pir mezin e. Ew parlamentarê Meclîsa Komara Qazaxistanê ya hilbijartinên 10an û 13an e, parlamentarê Dûma Yekîtîya Sovyet ya hilbijartinên 11an e, Parlamentarê Gelêrî yê Yekîtîya Sovyet e (1989-1991).

O. Suleymanov bi ordênên “Barîs” ya dereceya pêşin, Şoreşa Oktobirê, Alaya Xebatê a Sor, “Nîşana Hurmetê” û bi mêdalyayan va hatîye xelatkirin. Ew xwedîyê Xelata Dewletê ya Qazaxistana Sovyet û Xelata Komsomola Lênînîyê ya Qazaxistanê, Xelata “Tarlan” e.

Jênenîgarîya xebatê ya O. O. Suleymanov payê pirê bi du yekîtîyên efrandarîyê yên Qazaxistanê va girêdayî ye – Yekîtîya nivîskaran û Yekîtîya Sînemaçêkiran. Hema Oljas Suleymanov bû yek ji wan înîsîator û teşkîldarên li bajarê Alma-Atê derbazkirina Kongeransa 5an ya nivîskarên Asîyayê û Afrîkayê.

Di dema wî da Sînema Qazaxistanê li tevaya cihanê deng da wek sînemaya profesyonal û ser dereceya bilind. Stûdîoya sînemayê ya “Qazaxfîlm” fîlmên bêhempa wek “Kiz-Jîbek”, “Berbanga bi hewarze”, “Gullekirin li buhura Karaşê”, ”Sewdaserê gewir” kişandine.

Keda taybet ya Oljas Suleymanov wek karmendê civakî, sîyasî – ew sazkirina tevgera ”Nêvada – Malbetan” e, ya ku di nava demeke kurt da gihîşte wê yekê, ku li polîgona Sêmîpalatînskê êdî teqandin pêk neyên. 28ê tebaxê sala 1991ê serokkomarê Qazaxistanê N. Nazarbayev Fermana derheqa girtina polîgonê da îmze kir.

Oljas Suleymanov bi xebata berfireh ya dewletê û civakê ra tevayî tu caran jibîr ne kir, ku ew berî her tiştî helbestvan û nivîskar e. Karê efrandarîyê – rêbera jîyana wî ye.

Oljas li tevaya cihanê bi berhemên xwe va binavûdeng bûye, ku bi gelek zimanan hatine çapkirinê.
Ew bi xwe qazax e, lê bi rûsî dinivîse û bê şik wek helbestvanê qazaxan tê naskirin. Ew ji dil, nazik ji gelê xwe, ji welatê xwe hez dike. Lê ew herwiha di hindava tevaya merivayê da jî amin e, ew welatparêzê Cihanê ye.

Berhemên O. Suleymanov me hînî rastîyê, derckirina dîroka xuliqandina gel dikin. Aqilmendîya efrandarîyê helbestvanê me dibe kûraya sedsalan, guhê wî yê hesintijî dengê simên hespên ku berî çend sedsalan bêdeng kirine, dibihê, çavên wî ji tarîtiya demê mêrxasên şerên dijwar dibîne. Em — qazax kî ne, ji ku hatine, bona çi em gerekê li cihanê bin? Me bi xwe ra çi anî, me çi da dinyayê? Oljas bi guhdar li ser van pirsan difikire.

Di vê hêlê da yek ji helbestên wî yên herî serketî ”Ez bi çi dilê xwe şa bikim?” bawerîyên helbestvan li ser dîroka gelê xwe bi riya tamarên dilê wî raberî me têne kirinê

Helbestên O. Suleymanov fikirkûr in, pirawaz in, tê da felsefe û fikirandin hene. Di wan da derbirîneke zindî, nîgarên batinî, henekek narîn, tinazên tûj, çavpêketinên kew û kubar û gelek aliyên din hene.

Efrandinên wî ji alîyê xwendevanan û rexnegiran da bi heralî hatine begemkirin û şopandin. Derheqa efrandarîya wî da hostayên xeberê yên wisa xeberên qîmetdayînê yên xweş gotine, wek M. O. Aûêzov, K. Sîmonov, R. Hamzatov, G. Mûsrêpov, Ç. Aytmatov, Ê. Mêjêlaytîs û yên din

Berhema pêşin ya helbestan “Argamakî” sala 1961ê çap bû. Hema wê salê destana wî ya bi sernavê “Axê, xwe ber mêriv dahêle” ronahî dît, ku kete nava berhemên here baş yên helbestvanîya Sovêtîyê û bi wê O. Suleymanov deng da, hate naskirin. Ew bangawazî ye bona mêriv û merivayê.

Di destanê da fikrandinên helbestvan hene derheqa qedera mêriv da, derheqa bawerîyên wî da. Xwesma helwesta wî di hindava jinê da balkêş e. Bona wî Jin – ew berî her tiştî dê ye, jîyan bi xwe ye, destpêka destpêkan e.

Salên paşdemê da bona O. Suleymanov pir berhemdar bûn. Sala 1962an berevoka wî ya helbestan “Şevên ronahî” derket, pey ra “Şev-keça Parîsê”, “Dema şîrin ya derketina royê”, “Sala meymûnê”, “Lîrîka bijare”, “Pirtûka ji xwelîya kaxçînê”, “Dema nîvro dubare dibe”, “Şev-keça Parîsê”, “Her roj berbangê”, “Steyrka gilover”, “Şev-keça Parîsê”, “Veguhastina êgir”, “Pîvana behrê”, “Az û Ez”, “Zimanê nameyê” hatine çapkirin.

“Pirtûka ji xwelîya kaxçînê” yek ji efrandinên Oljas Suleymanov yên giring e. Ew serpêhatîya kevin a derheqa evînê da ne, ku mêriv digihîne ser asta here bilind. Di wê pirtûkê da fikireke kûr heye, ew ji bûyerên nimûneyên dîrokî yên bêhempa hatîye sêwirandin, li wir tradîsyona Rohilatê ya ruhanî-felsefî heye.

Ji bo 86-salîya Oljas Suleymanov

Pirtûkên “Az û Ez”, “Zimanê nameyê” û gotarên ku derheqa hevkarîya çandên tikrî, slavonîyan û yên din da nin, bi naveroka xwe va bûne sebebê gelek guftûgoyan û alî wê yekê dikin, ku bi çavekî nû li dîroka çandên gelên tirkîaxêv mêze bikin.

Aqilmendîya O. Suleymanov ya nivîskarîyê di hêla dramaturgîya sînemyê jî dîyar bû. Ew senaryoyan dinivîse, ku ser bingehî wan fîlmên bedewetîyê “Axa kal û bavan”, “Rêbenda şîn”, “Zivistan – ne heyamê çandinîyê ye”, “Pêşwazîya Adem bikin”, “derbazbûna rê a dawî” û çend fîlmên dokmumental.

O. Suleymanov wek pûblîsîst jî hate naskirinê. Wî gelek gotarên giranbuha nivîsîne derheqa mijarên rojane da, ku helwesta hemwelatîyan û prînsîpên helbestvan yên jîyanê dîyar dike.

Zanebûnên Oljas Suleymanov wek zimanzan-lêkolîner, tirkîzan aqilmendîya wî ya di hêla efrandarîyê da dide tamkirinê. O. Suleymanov bi xwe surên efrandarîya xwe ji me ra ha şirove kir: ”Ez bo wê yekê bi dîrokê û zimanzanîyê va mijûl dikim, ku bo xwe zelal bikim ka cîyê min di nava gelê min da û cîyê gelê min di nava merivayê da li kîderê ye”.

Jîyana geş ya Oljas Suleymanov ya bi efrandarîyê va dagirtî herwiha di arşîva wî a şexsî da jî xuya dibe, ku sala 1996an bo parastinê wek hediya daye Arşîva Dewletê ya Merkezî ya Komara Qazaxistanê.

Bîblîografîya O. Suleymanov

Helbestên Suleymanov, ku di hezîrana sala 1959an da li ”Lîtêratûrnaya gazêta”yê (”Rojnameya wêjeyî”) çap bûne, çapa pêşin ya berhemên helbestvan e di çapemenîya merkezî da.

Bi senaryoya Oljas Suleymanov fîlmên ”Axa kal û bavan” (1966), ”Rêbenda şîn” (1968) hatine kişandin.

Berevokên helbestan:
“Axê, xwe ber mêriv dahêle!” (1961)
«Argamakî» (1961)
«Şevên ronahî» (1962)
“Şev-keça Parîsê”, (1963)
“Dema şîrin ya derketina royê” (1964; xelata Komsomola Lênînîyê, 1967)
«Sala meymûnê» (1967)
“Pirtûka ji xwelîya kaxçînê”, (1969)
«Ser çemên sipî ra» (1970)

Berhemên derheqa dîrokê û êtîmologîyê da
Sala 1962an gotarên wî yên pêşin bi van sernavan çap bûn: “Koçer û Rûsîya”
Cîyên tarî yên “Gotin derheqa serleşker Îgorêv da”
“Az û Ez” (1975)

Îzbatîyên balkêş
Jêdera helbestên Suleymanov, ku di hezîrana sala 1959an li ”Lîtêratûrnaya gazêta”yê (”Rojnameya wêjeyî”) hatine çapkirin, weşanên helbestvan yên pêşin bûn di çapemenîya merkezî da.

Bi senaryoya Oljas Suleymanov fîlmên ”Axa kal û bavan” (1966), ”Rêbenda şîn” (1968) hatine kişandin, lê van dawîyan jî ya ”Hêşinahîya sor” (”Maxambet”) derheqa helbestvanê qazax yê sedsala XIX Maxambetê Ûtemîsov da û ”Ax, li Peterburgê çiqas xweş bû” (derheqa Jangîr xan da).

Oljas Suleymanov datînin li rex helbestavanên salên şêstî, sê ejdahayên wê demê Andrêy Voznêsênskî, Yêvgênîy Yêvtûşênko, Robêrt Rojdestvenskîy — hevalên wî bûn.

Andrêy Voznêsênskî helbestên ”ATE 36-70” an jî ”2 deqîqe, 20ê hezîranê sala 1970î” nivîsîn, ku dîyarî Oljas û wê qezaya erebeyê bû, ku ewana nêzîkî Alma-Atê pêrgî wê bûn.

Ew bi helbestên Suleymanov yên derheqa şayîrê qazax û mêrxasê gelêrî Maxambetê heyrî mabû û bi xwe cêrgeya ”Dema Maxambet dixwînî” saz kir: ”Dema helbestên Maxambet dixwînim, dengê Asîyayê tê min, di odeya kar da tîrek antênayê dihejîne, ku bi dîwêr va dardakirî ye”. Rojdestvenskî helbesta xwe ”Derheqa hevalan da” ha destpê kir: ”Oljas, Mûmîn, Vîtalîy…”, lê Rîmma Kazakova sala 11968an helbesteke tam nivîs: ”Ez ji te hez dikim, hevalê min Oljas”.

Oljas Suleymanov herwiha di berevoka novêlên ”Kompromîss” ya nivîskar Sêrgêy Dovlatov da jî tê bîranînê.