Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya rewşenbîr, akademîsyen, zana û kesayetê netewî yê Kurd ê ji Kazaxistanê, Prof Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyama xwe de serok Barzanî xemgîniya xwe bi bihîstina nûçeya wefata Nadir Nadirov nîşan dide û paşê behsa rol û kesatiya wî dike û dibêje: “Bi xemeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya kesayetê zanistî û netewî û gelêrî yê Kurdên Kazaxistanê, Prof Nadir Nadirov bihîst. Nadir Nadirov zanayekî navdarê Kurd û xwedanê bi dehan pirtûk û sedan lêkolînên zanistî bû û roleke bibandor jî di yekxistin û serpireştiya karûbarên Kurdên Kazaxistanê û welatên Sovyeta berê de hebû û ji destdana wî ziyaneke mezin e.”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Ez behîdarî û sersaxiyn xwe pêşkêşî malbat, kesûkar û navendên akademîk û gelêrî yên Kurdên Kazaxistanê û tevaya Kurdên welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Barzanî herwiha dibêje, “Ji Xwedayê mezin dixwazim ruhê xwedê jê rzanî, Nadir Nadirov bi biheşta xwe ya ferah şad bike û sebr û hedarê bide hemû aliyekî.”

Rewşenbîr, akademîsyen, profesor û pisporê navdarê Kurd ê Soviyeta berê û Kazaxistanê, Nadir Nadirov ku wek “Marşalê Petrol û Gazê” dihat naskirin, îro di 89 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Almatayê koça dawî kir.

Ew demek bû ku Nadir Nadirov gelek nexweşî pê re hebûn û beriya çend rojan ew rakiribûn nexweşxaneyeke li bajarê Almatayê.

Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazaxistanê bû, ji sala 1993’an ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê bû.

Nadir Nadirov bavê sê zarokên bi navê Arif, Barî û Dîmîtrî ye, herwiha xezûrê Narîn Nadirova, bankera navdara Kurd li Kazaxistanê ye.

Dema ku Mele Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê bûye, Nadir Nadirov li Moskowê bi Barzanî re hevdîtin pê kiribû û gelek caran behsa wê hevdîtina xwe ya bi Barzanî re dikir.

Nadir Nadirov heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine.  Xwediyê 250 patentên zanyarî ye û herwiha 35 kitêbên wî hatine weşandin.

Du kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazaxistanê ne. Nadirov, ji sala 1996’an ve ser-redaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ li Kazaxistanê dikir ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Nadirov herwiha gelek xelat hem ji Yekîtiya Sovyet û hem jî li Kazaxistanê wergirtine.