Pîrozbahî

74 saliya PDK-ê û Rêzdar Mesûd Barzanî pîroz be!

Birêz Mesûd Barzanî û Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Di tarîxa miletan de sazî, dezgeh û partî gava ji bo bextewarî, azadî û wekheviyê bin, dibin delalê ber dilê mirovan, mirov bi wan herdem serfiraz û serfiraz dibe. Dîsa di tarîxa gelek milet û dewletan de hinek sazî, dezgeh û rêxistin hene ku mohra xwe li pêşeroja wan xistine û bûne bingeha serfirazî û serbilindiya nifşên bê.

Li gorî bîr û baweriya me, Partiya Demokrat a Kurdistanê jî bi temenê xwe yê dirêj, vê erka xwe ya neteweperwerî û mirovperwerî ji rojên berê ve pêk aniye û bi hêviya ku wê ji bo nifşên bê jî pêk bîne.

Em wekî Kurdên Sovyeta Berê û Federasyona Kurdên Dîyasporaya Sovyetê 74 saliya Partiya Demokrat a Kurdistanê pîroz û bimbarek dikin. Divê bê gotin ku di bingehdanîna welatê me de rol û girîngiya vê partiya me ya qedirbilind mezin e. Loma jî em pê serbilind in û piştevanê wê ne.

Li hêla din çi bextewariyeke mezin e ku heman roj, roja 74 saliya jidayîkbûna Serokê Birêz Mesûdê Mele Mistefa Barzanî ye. Em rojbûna Birêz Barzanî ji dil û can pîroz û bimbarek dikin; jê re canê sax û emrekî pir dirêjtir dixwazin.

Çavên Kurdên Sovyeta Berê herdem li welat e û bi her geşedan û çirûskeke geş a li welêt serfiraz e. Ji bîr nekin ku dilê xwişk û birayên we yên li Rusyayê, li Ermenistanê, li Qazaxistanê, li Qirgizîstanê, li Gurcistanê û li Ozbekistanê li ser we ye. Divê çavên we jî li ser me be û hûn jî hay ji me hebin.

Bi vê peyam û bangawaziyê em Serok Mesûd Barzanî û Birêz Nêçîrvan Barzanî vedixwînin Sovyeta Berê. Çavê me wê li wê rojê be û emê wê rojê ji xwe re bikin rojeke cejn û şahiyê.

Pîroz be rojbûna PDK-ê
Pîroz be rojbûna Rêzdar Mesûd Barzanî

Prof. Akademîsyen
Kinyazê Îbrahîm (Mîrzoyev)
Serokê Federasyona Kurdên Dîyasporayê û Serokê Kurdên Qazaxistan (Berbangê)