Hem karsaz, hem nivîskar, hem çalakvanekî civakê

Salihê Kevirbirî

Ev 75 sal in ku kurd li Asyaya Navîn, li welatên mîna Qazaxistan, Kirgizîstan û Ozbekistanê dijîn. Nexasim hejmareke mezin kurd îro li Qazaxistanê jiyana xwe berdewam dikin.

Li gorî kurdan û daneyên nefermî hejmara kurdên li Qazaxistanê di navbera 120-150 hezar kesî de ye. Kurd cara yekemîn sala 1937an ji Ermenistanê, cara duyemîn sala 1944an ji Gurcistanê bi fermana Stalîn hatin nefîkirin. Pêla sêyemîn a kurdan, salên 90î piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ji Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê ber bi Qazaxistanê ve herikî.

Tevî ku 75 sal in kurd li ser axa Qazaxistanê dijîn, dîroka wan a rêxistinbûna civakî, çandî, hunerî piştî hilweşîna Sovyetê destpê dike. Cara yekemîn di sala 1989an de kurd di bin serokatiya Rûslan Alîyev û Hûseyîn Sadiqov de rêxistina xwe ya ”çandî û civakî” ava dikin. Navê wê dezgeha yekemîn “Navenda Çanda Neteweyî ya Alma Atayê” ye.

Sala 1993an jî tevahiya navendên çandê yên li bajarên Alma Ata, Taldikûrgan, Cambûl, Çîmkentê dibin yek û dezgeha bi navê “Yekbûn”ê ava dikin. Sala 1999an navê “Yekbûn”ê diguhere û dibe “Berbang.” Serokê yekem ê Berbangê Ezîzê Zîyo Bedirxan e. Piştî Ezîzê Zîyo, Bedir Sûleymanov û Nadir Nadirov (Nadirê Kerem) serokatiya komeleyê kirine. Vê gavê Kinyazê Îbrahîm serokatiya Berbangê dike.

***

”Hem karsaz, hem nivîskar, hem çalakvanekî civakê”

Destpêka sala 2012an cara yekem min serdana Alma Ataya Qazaxistanê kir. Paşê nîveka heman salê, di meha Hezîranê de ez li civata wan qesidîm. Di civateke xweş ku Kinyazê Îbrahîm, Şîrînê Êlî, rehmetiyê Hesenê Hecîsilêman jî tê de hebû de, min sohbeteke xweş bi Ezîzê Zîyo Bedirxan re kir. Ev gotar ji wê sohbetê derket. Helbet bi gelek kesên din re jî sohbetên me yên bi vî rengî çêbûn. Di rojên pêş de ezê wan jî pêşkêşî dêhn û bala we bikim. Lê ev vegerin ser nivîsara xwe ya niha!

Qehremanê vê nivîsê Ezîzê Zîyo Bedirxan e. Bedirxan sala 1953an li Alma Atayê hatiye dinyayê. Ji malbatekê tê ku sala 1944an ji Gurcistanê ber bi Asyaya Navîn ve hatine sirgûnkirin. Ew hem karsaz e, hem nivîskar e, hem çalakvanekî civakê ye. Tevî Nadir Nadîrov, Kinyazê Îbrahîm, Mihemedê Mecîd, Şîrînê Elî û Ezîmê Şemo di nav civaka kurdên Qazaxistanê de yek ji kesên herî naskirî ye.

Ew her wiha “Berendamê Doktoraya Ilmê ekonomî/aboriyê” û “Hîndekarê Akademiya Ewlekariya Rûsyayê û Pirsgirêkên Sazûmana Zagonî” ye. Ezîzê Zîyo Bedirxan xwediyê kargeheke bi navê “Botan” e û berpirsiyarê şîrketa “Silk City Companyê”ye.

Heta niha çar kitêb nivîsandine

Ezîzê Zîyo Bedirxan heta niha çar kitêb nivîsandine. Li ser van xebatan wiha dibêje: “1995an salê min li ser kurdên Qazaxistanê kitêbek nivîsand. Kitêba duyem jî min li ser Mihemedê Siloyê Baba (Babayêv) nivîsandiye. Kitêbeke min li ser Kurdistana Sor e. Ev kitêb bi kurdî, tirkî û rûsî çap bûne.”

Ezîzê Zîyo Bedirxan jî, wekî Şîrînê Elî, Mihemedê Mecîdê Mihê, Ezîmê Şemo, Refîqê Yaqûbê Îbrahîm û Bariyê Mecîdê Mihê ji hêla aboriyê ve karên gelek mezin ji bo kurdên Qazaxistanê dike. Gelek caran piştevaniya xwendekar û belengazên kurdan dike. Her wiha ji rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên kurdan re jî dibe sponsorekî piştgir.

Berpirsên kovar û rojnameya “Nûbar” û “Jiyana Kurd” diyar dikin ku Ezîzê Zîyo Bedirxan gelek caran piştevaniya kovar û rojnameyên wan dike û ew ji vê piştgiriya wî zehf razî ne. Ji ber ku dewleta Qazaxistanê piştgiriya dezgeha Berbangê nake, piştgirî dîsa dikeve ser barên rewşenbîr û karsazên wekî wî.

***

”Koka malbata me ji Cizîra Botan tê”

Ezîzê Zîyo Bedirxan, wekî ji nav jî diyar e, xwe ji malbata “Bedirxaniyan” dihesibîne. Gava ku em li Alma Ataya Qazaxistanê qesidîbûn, ji Herêma Kurdistana Federal şandeyek hatibû serdana wî ku yek ji wan jî neviyê Celadet Bedirxan ango kurê Sînemxan Bedirxanê bû…

Em guhên xwe didin serpêhatiya bav û kalên Ezîzê Zîyo Bedirxan:

“Bav û kalên min sala 1944an ji Gurcistanê sirgûnê Qazaxistanê bûne. Koka malbata me ji Cizîra Botan e. Em ji binemala Bedirxaniyan in. Ji Cizîrê hatine Wanê. Demek li Wanê mane, paşê hinek ji wan çûne Qersê, hinek ji wan jî derbasî Îranê bûne. Li Gurcistanê em li nêzîkî Tibîlîsîyê, herêma Axiskayê diman. Em beşek jî ji kurdên Axiskayê ne. Lê ezê nikaribim agahiyên berfireh li ser Qefqasan bidim.

Ji ber ku ez sala 1953 salê, li Qazakistanê ji diya xwe bûme. Min li vir dest bi xwendinê kiriye û xwendina xwe li vê derê qedandiye. Min xwendina xwe li ser êkonomiyê kiriye. Di dema Sovyetê de, li Alma Atayê salên dirêj min berpirsiyariya sarincan, ango depoyên cemidandinê kiriye. Me di van depoyan de xwarin, sebze û meyweyên tevahiya Qazaxistanê ji bo havînê xweyî dikir û diparast. Depoya me li seranserê Alma Atayê depoya herî mezin bû. 32 hektar berfirehiya depoya me hebû. 65 hezar ton xwarin di depoya me de bi cih dibû. Barên depoyê bi 200 erebe û terextoran dihatin kişandin.”

Ezîzê Zîyo Bedirxan diyar dike ku di dema Yekîtiya Sovyetê de li cem wan 300-400 kurdan kar dikir. Ji bilî vê jî kurd hebûne ku li cem wan di xebata bilind de kar kirine û berdewam dike: “Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê me wekî malbat devereke danûstandinê kirî. Li wê derê ji cil û bergan bigire heta cihazên malê her tişt hebû. Vê gavê em karekî din dikin. Her wiha me erd kiriye, erd firotiye.

10-12 kes ”Assambleya Kurdan” ava dikin

Ez jê dixwazim ku ew hinek behsa piştî salên hilweşîna Sovyetê û karên çandî bike. Bi kêfxweşî jî dike:

“Rehma Xwedê lê be, Babayêv daxwaz kir ku em yekitiyeke kurdan ava bikin. Kinyazê Îbrahîm di vî warî de gelek alîkariya me kir. Me rojnameya “Kurdistan” derdixist, me kovara “Kurd” derdixist.

Em 10-12 kes berhev bûn û me “Assambleya Kurdan” ava kir. Di wan deman de “Şanoya Kurdan” hate avakirin. Kurdên me yên Ermenistan û Gurcistanê hatin vir û çûn. Têkiliyeke baş pêk hat. 1989an gelek kurdên Ermenistanê hatin Qazaxistanê.”

Ezîzê Zîyo Bedirxan dibêje ku vê gavê di warê bazirganî û ticaretê de navenda kurdên Sovyetê Qazaxistan bixwe ye û mijarê tîne ser têkoşîna kurdbûna kurdên ku paşê hatine Qazaxistanê:

“Vê gavê bêhtirî 100 hezar kurd li Qazaxistanê dijîn. 15-20 sal beriya niha ez bixwe gund bi gund, bajar bi bajar digeriyam ku kurd bibêjin ”em kurd” in. Ji ber ku ji Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê gelek kes hatibûn.

Kinyazê Îbrahîmê ku li civata me rûniştibû, gotina wî dibire û dixwaze li ser Ezîzê Zîyo Bedirxan û helwesta wî ya li ser vê yekê çend gotinan bibêje:

“Keda Ezîzê Zîyo Bedirxan li ser kurdên me yên vê derê gelek e. Rast dibêje, gund bi gund digeriya, pasaportên hinek kurdên ji Tibîlîsî, Erîvan û Bakûyê hatibûn, ji wan distand û diqetand. Digot; ”hûn kurd in!” Ji ber ku di pasaportan de navê miletekî din hatibû nivîsar. Gundên cînar ên kurdan nîşanî wan dida, digot herin kurên xwe ji wî gundî bizewicînin.

Dikir ku keçên kurdan ji Kaskelînê, ji Nîkalayêvkê ji kurê xwe re wekî bûk bînin. Digot; ”gune ne, ziman nizanin!” Bi vî awayî kurd vedigeriyan ser esil û asasê xwe! Kêfa Sovyetê jî ji vê yekê re nedihat, kêfa tirkan jî. Lewma dibêjim keda birayê me Ezîzê Zîyo zehf e. Tirkên Qazaxistanê dihatin, giliya Ezîzê Zîyo dikirin û digotin: ”Ezîz Beg gelir, bizim turklere siz kurdsiniz deyir! Yanî ”Ezîz Beg tê, ji tirkên me re dibêje hûn kurd in! Vê gavê serbest e. Di nasnameyên kurdan de ”kurd” dinivîse. Keda Ezîzê Zîyo Bedirxan di vî karî de gelek heye.”

Ezîzê Zîyo Bedirxan, piştî gotinên Kinyazê Îbrahîm berdewam dike û dibêje:

“Em vê gavê gelek şanaz in. Kurdên me xwendineke baş dikin. Di dema Sovyetê de jî dixwendin, lê niha baştir dixwînin. Zarokên me li ser welatê xwe diaxivin, sohbetan dikin, karên baş pêk tînin.

Di dema Sovyetê de qedexe bû ku mirov navê Kurdistanê hilde. Pirs dikirin, ”Li welatên derve mirovên te hene?” Heke hebûna, problem derdixistin. Te nikaribû xebateke mezin bistanda, te nikaribû karekî baş bikira. Wê demê KGB hebû. Me newêribû bigota, ”em hene an tunene!”

Wekî me di destpêka nivîsarê de jî got, xebata Berbangê yek ji wan xebatan e ku Ezîzê Zîyo Bedirxan kedeke mezin daye. Ezîzê Zîyo sala 1992an dibe Serokê Yekemîn ê Berbangê. Dixwazim ku behsa wan rojan bike:

”Gava welatê te hebe, pişta te heye!”

“1992an me Yekitiya Kurdan ava kir. Heta sala 1997an min wekî Serokê Berbangê kar kiriye. Xwedê jê razî be Kinyazê Îbrahîm li cem min bû, Eskerê Boyik hebû, Rehmetiyê Hesenê Hecîsilêman bû, Şîrînê Elî bû, Mahmûdovîç bû. Me bi van camêrên hanê re karên mezin kirine.

Me rojname derxistiye, kovar derxistiye, me komên şanoyê ava kirine, me fîlmên li ser kurdan çêkirine. Kurd sala 1937an ji Ermenistanê, sala 1944an ji Gurcistanê hatine vir. Lê salên 90î jî piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê ji Ermenistanê cara duyem hatine vê derê. Lê belê em hemû wekî bira ne. Kesek kesekî din ji hev cuda nake. Em hemû xwe yek dibînin.

Em kurdên li Qazaxistanê dijîn, em hemû yekitî û tifaqa xwe dixwazin. Em dixwazin welatekî me yê azad hebe. Ne ku em dibêjin, ”Bila welatê me hebe, ku em hemû birevin û herin wir.” Na! Gava welatê te hebe, pişta te heye! Tu li ku derê bî, xwedî û xwedanên te hene.”

Wî du caran serdana Herêma Kurdistana Federe jî kiriye. Dixwazim behsa wan serdanan bike:

“2006ê salê û 2007ê salê ez çûm Herêma Kurdistanê. Şikir ji wê rojê re! Rojeke xweş bû. Welatê me gav bi gav bi pêş dikeve. Cara ewil, sala 2006an gava çûm welat, ji min re gotin: ”Cara pêşî tu dixwazî çi bikî?”

Min got: ”Weleh bav û kalên me her dem li me nesîhet dikirin. Digotin, heke hûn rojek herin welat, pêşî herin serdana gora Mele Mustefa Barzanî!” Mala wan ava, gotina me pêk anîn û me serdana gora Mele Mustefa kir…”

”Mal halê meriyan, bila bibe qurbanê seriyan!”

Her wekî me li jorê jî behs kir, Ezîzê Zîyo Bedirxan gelek caran piştgiriya şagirt û xwendekarên kurd dike ku xwendina xwe bibin serî. Ew bixwe ji nefsbiçûkiya xwe behsa van alîkariya nake, lê belê her cara ku ez li wir diqesidim û dibim mêvanê civata wî, dibihîsim ku gelek caran bûye piştgirên ciwan û nûhatiyên kurdan.

Cara dawî min bihîst ku wî gelek kompîtur ji xwendekarên kurd re kirîne û wek diyarî daye wan. Bi vê yekê gelek dilşa dibe, lê tu caran naxwaze behs bike, kesên li derdorê ji min re dibêjin. Gava ku zorê lê dikim, wiha dibêje:

“Em deyndarê gelê xwe ne, birê Salih! Hewce nake em behsa tiştên wiha bikin. Ji dil û ceger tu çi dikî bike. Tu nebêje, lazim be bila milet bibêje. Lewre jî heta em hene emê ji bo milet û welatê xwe kar bikin. Bila gelê me bi pêşve here, bila xwendekarên me bi pêşve herin. Gava rehmetiyê bavê min Zîyo Bedirxan sax bû, wî alîkarî dida xwendekarên kurd ên ku li enstîtu û zanîngehan dixwendin. Rehma Xwedê lê be, 2005an rehmet kir. Bav û kalên me her dem ji gelê xwe re xebitîne.

Nabe ku em ji riya wan derkevin! Heke di nava xwîna me de dilopek welatperwerî û milethezî hebe, divê em ji bo gel û welatê xwe bixebitin. Gotineke me kurdan heye: ”Mal halê meriyan, bila bibe qurbana seriyan!” Bila mal û halê me jî bibe qurbanê gel û welatê me.”

Şayanê gotinê ye ku bavê Ezîzê Zîyo Bedirxan, rehmetiyê Zîyoyê Bedirxan di navbera salên 1941-1945an de di Şerê Cîhanê Yê Duyemîn de di nav leşkerên Artêşa Sor a Rûsyayê de heta Berlîna Almanyayê çûye. Paşê wekî xaziyekî artêşa Rûsyayê, di sala 1945an de vedigere Gurcistanê.

Lê malbata wî salek berê ango sala 1944an sirgunî Qazaxistanê kiribûn. Ji ber vê yekê rehmetiyê Zîyoyê Bedirxan sala 1946an riyeke dûr û dirêj dide ber xwe tê Qazaxistanê. Li Qazaxistanê bi diya Ezîzê Zîyo re dizewice û 1953ê salê jî Ezîzê Zîyo Bedirxan tê dinyayê.

Li ser bazirganiya xwe, karkerên kurd ku li cem dixebitin jî wiha dibêje karsazê kurd ê Qazaxistanê Ezîzê Zîyo Bedirxan:

“Em kar û barê bazirganiyê dikin. Em her tiştî dikirin û difiroşin. Cihên me hene, me dane kirê. Her wiha em bi Çînê re kar dikin. Nêzî 200 kurd li cem me kar dikin.

Em gotara xwe ya li ser Ezîzê Zîyo Bedirxan bi van daxwaz û hêviyên wî bidawî bikin:

“Fikir û ramana min a mezin ew e ku Xwedê azadî û rizgariyeke xweş bide welatê me. Bila zarokên me, dayîkên me, keçên me xwedî maf bin. Bila saxî, selametî û bextewarî bibe para me hemûyan…”